07 Gulan 2017•Rojanekirin: 08 Gulan 2017
ADANA
Li Edenê kesê ku ne dixwest jina xwe berde, piştî ku xezûrê xwe kuşt, xwe kuşt.
Li gorî agahiyan Salîm Koçê ku ne dixwest jina xwe berde ji bo biaxive hat ba xezûrê xwe Farûk Zekî Sargindag (52). Koç bi Sargindag kete kûçeya 11 hezar û 231emîn a taxa hidirliya Seyhanê.
Li vira Koç û Sargindag demekê axivîn û araq wexwarin Pîşt re Koç ji ber sedemeke ne diyar bi tiving bera xezûrê xwe da û pişt re bera serê xwe da. Welatiyên ku dengê tivingê bihîstin li polêsan geriyan.
Polês û servîsa acîl a112yê hatin cihê bûyerê. Ekîba servîsa acîl a 112yê diyarkir ku Koç û Sargindag li cihê bûyerê mirine. Di lêkolîna cihê bûyrerê da Tiving û gulêyên vala hatin dîtîn.
Hat ragihandin ku jina Koç biryar dabû ku mêrê xwe berde ji ber vê jî nava rojê ji mala xwe veqetiya û hat mala bavê xwe.
Cenazayên Koç û Sargindag rakirin morga Saziya Tip a Dadî a Edeneyê