Türkan Tosun
12 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2018
ANKARA
Artêşa Tirkiyeyê (TSK) li bakurê Iraqê û Hekariyê li hember rêxistina terorê operasyon kir, roketên dijetankan jî di nav da gelek çek û muhîmat hatin bidestxistin.
Li gor agahiyan TSK li hundir û dervayî welêt li hemberî rêxistina terorê operasyonên xwe didomîne.
Di operasyona bakurê Iraqê da 4 roketên dijetankan ên AT-4, 2 bombeyên destan, tivingeke keleş, melzemeyên teqemeniyan, gelek çek û muhîmat hatin bidestxistin.
Hêzên ewlehiyê di operasyonê da cesedê terorîsteke jin jî dîtin.
Ji hêla din li Hekariyê di Operasyona Polêsê Şehîd Mahmut Bîlgîn da li nêzîkî Çemê Kirkpinarê 4 roketavêj, 7 muhîmatên roketan, 12 bombeyên destan, 8 şarjorên keleşan, 500 muhîmatên bîksiyan, 500 gram teqemeniya A4, 2 teqemeniyên desteçêkirî hatin girtin.