Tirkiye

Li gor Trump "30 roj" emrê DEAŞê maye

Serokê Amerîkayê Donald Trump: "Me li dijî DEAŞê karekî pir mezin kir. Li wê herêma dinyayê hejmara wan pir kêm ma û di nav 30 rojên pêş me da tu kes (mensûbên DEAŞê) wê nemîne"

İbrahim Atmaca  | 12.12.2018 - Rojanekırın : 12.12.2018
Li gor Trump "30 roj" emrê DEAŞê maye

Washington DC

WASHINGTON

Serokê Amerîkayê Donald Trump îdia kir ku welatê wî li dijî DEAŞê têkoşîneke pir serkeftî da û wiha dewam kir, "Me li dijî DEAŞê karekî pir mezin kir. Li wê herêma dinyayê hejmara wan pir kêm ma û di nav 30 rojên pêş me da tu kes (mensûbên DEAŞê) wê nemîne."

Li Qesra Spî ji bo ku kêmneteweyên li Iraq û Sûriyeyê werin parastin û seba wan piştgirî were dayîn qanûn hat derxistin û Trump di merasima îmzekirina qanûnê da der heqê DEAŞê da gotinên balkêş gotin.

Ji aliyekê va ji saziyên cuda yên rêvebiriya Amerîkayê der heqê têkoşîna DEAŞê û li Sûriyeyê çi qas mensûbên DEAŞê mane da daxuyaniyên cuda tên dayîn, ji aliyekê va jî daxuyaniya ku Trump nû da, bal kişand.

Trump diyar kir ku DEAŞa rêxistina terorê li herêmê tiştên pir xerab anîn serê her kesî û wiha dewam kir, "welatê wî ji destpêkê va li dijî vê rêxistinê têkoşîneke biryardar da."

Gotinên Trump ên "Me li dijî DEAŞê karekî pir mezin kir. Li wê herêma dinyayê hejmara wan pir kêm ma û di nav 30 rojên pêş me da tu kes (mensûbên DEAŞê) wê nemîne." balê dikşîne.

Trump destnîşan kir ku Amerîka wê ji bo kêmnetewe û mensûbên dînan ên ku zirar ji DEAŞê dîtine, piştgiriya xwe bidomîne û paşê li ber kamerayan qanûna navborî îmze kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın