24 Mijdar 2016•Rojanekirin: 25 Mijdar 2016
GAZÎANTEP
Cinazê 3 leşkerên ku li herêma El Babê ya li Heleba navçeya Sûriyeyê di êrîşa hêzên rejimê de şehîd ketibûn, anîn Tirkiyeyê.
Cinazê leşkerên ku di operasyona Mertalê Feratê de şehîd ketibûn bi firokeyê ve sewqî Nexweşxaneya Lêkolînê ya Şahînebeyê ya Zanîngeha Gazîentabê. Cinaze pişt re ji bo otopsiyê şandin Saziya Tipa Edlî.
10 leşkerên din ên ku di heman êrîşê de birîndar bûbûn jî li nexweşxaneyên Kilîs û Gazîentabê tên dermankirin.
Lijneya Bilind a Radyo û Têlevîzyonê (RTUK) ragihand ku Serokwezîriyê der heqê êrîşa esmanî ya Operasyona Mertalê Feratê da biryara qedexeya weşanê da.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya RTUKê di rewşên ku ewlehiya millî têkildar dike da Serokwezîrî dikare qedexeya weşanê berwext bide sekinandin.
Hat ragihandin ku qedexeya weşanê di xwe da çendîn unsûran dihewîne û di weşanên der barê nûçeya êrîşa asîmanî da jî divê rêgezên Qanûna ku hejmara wê 6112 e û qanûnên din bên bicihkirin. Herwiha bal hat kişandin ku divê di weşanan da cî nedin wan nûçeyan ku dê xelkê bitirsîne û bibe sedema panîk û rageşiyê. Herwisa li gorî daxuyaniyê, belavkirina dîmen û wêneyên şehîd û birîndaran jî qedexe ye.