Li Strazburgê di êrîşa çekdarî da 4 kes mirin û 11 kes jî birîndar bûn
Walîtiya Bas-Rhînê daxuyand di bûyerê da 4 kes mirin û 11 kes jî birîndar bûn
Ile-de-France
PARÎS
Li Strazburga bajarê Fransayê di bûyera ku dengê çekan hat bihîstin da 4 kes mirin û 11 kes jî birîndar bûn.
Di nûçeyên çapemeniya Fransayê da hat gotin li meydana Place Kleberê li nêzîkî herêma bazara Noelê dengê çekan hat bihîstin.
Walîtiya Bas-Rhînê daxuyand di bûyerê da 4 kes mirin û 11 kes jî birîndar bûn.
Walîtiyê got êrîşkarê ku nasnameya wî hatiye diyarkirin reviyaye û ew li her derê wî digerin.
Dozgeriya Parîsê der barê bûyerê da lêpirsîn da destpêkirin.
Di nûçeyan da hat gotin êrîşkarê 29 salî beriya ku bireve ji hêla eskeran va hatiye birîndarkirin, polêsan li ser mala wî da girtine lê ew ne mala xwe bûye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.