09 Sibat 2018•Rojanekirin: 09 Sibat 2018
ANKARA
Hat ragihandin ku ji destpêka Operasyona Çiqlê Zeytûnê heta niha hejmara terorîstên hatine berterefkirin derket hezar û 62yan.
Li gor daxuyaniya Sererkaniyê di Operasyona Çiqlê Zeytûnê da 19 hedefên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞê yên ku wekî sitargeh, parêzgeh, depoyên muhîmatê û kozikên çekan dihatin xebitandin, hatin îmhekirin.
Balafirên ku beşdarî operasyonê bûn sax û silamet zivirîn baregehên xwe.
Di daxuyaniyê de hat gotin duh 34 terorîstên endamê PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞê hatin berterefkirin. Hat gotin ji destpêka operasyonê vir va hejmara terorîstên ku hatine berterefkirin gihîşte hezar û 62yan.
Di daxuyaniyê de hat gotin Operasyona Çiqlê Zeytûnê bi awayekî serkeftî dewam dike.