09 Sibat 2018•Rojanekirin: 10 Sibat 2018
ANKARA
Li paytext Enqereyê ji bo 17 endamên PKK/KCKya rêxistina terorê yên hat tespîtkirin ji ser medyaya civakî bi hinceta Operasyona Çiqlê Zeytûnê hewl didan ku gel daxin kolanan, rê li şer û pevçûnê vekin, biryara binçavkirinê hat dayîn.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê daxuyanî da û ragihand ku der barê 17 gumanbarên endamên PKK/KCKya rêxistina terorê ku ji ber Operasyona Çiqlê Zeytûnê hewl didan gel daxin kolanan, biryara binçavkirinê hat dayîn.
Operasyona ku ekîbên Fermandariya Cenderme ya Bajêr û Midûriyeta Ewlehiyê ya Enqereyê ji bo qefaltina gumanbaran da destpêkirin jî didome.