Haydar Şahin
14 Mijdar 2018•Rojanekirin: 15 Mijdar 2018
AGRI
Egemen Kanikê li Enqereyê karê antîkayê dike li Bazîda navçeya Agiriyê ji bo xwendekarên dibistana gund odeya komir dixistinê vegerand pirtûkxaneyê.
Ji ber ku cî tune poleke Pêşdibistan û Dibistana Seretayî ya Karacaya gundê Bazîdê ji bo komirê dihat bikaranîn, bi alîkariyên Egemen Kanikê li Enqereyê dijî û karê antîkeyê dike va pol vegerandin pirtûkxaneyê.
Kanik ji bo avakirina pirtûkxaneyê bi gundî û mamosteyan ra xebitî, hin komeleyan û Qereqola Cendirmeyan a Qerebulaxê jî piştgiriyê pirtûkan dan pirtûkxaneyê.
Kanik daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku pola nika wekî pirtûkxaneyê di bikaranîn berê ji bo komira zivistanê dihat bikaranîn û wiha pê da çû:
"Avakirina pirtûkxaneyê xeyala min a zaroktiyê bû. Min dixwest ku dema firsend têkeve destê min li ku dera Tirkiyeyê dibe bira bibe pirtûkxaneyê ava bikim. Paşê firsend ket destê min. Di encama lêkolînan da min bi navbeynkariya komeleyêekê va nasya xwe da mamosteyan û hatin vê derê. Hetanî nika qet pirtûkxaneya xwendingehê tunebûye. Min dît ku komir xistine poleke xwendingehê li ser vê biryar da ku wê derê vegerînin pirtûkxaneyê. Zehf jî kaw bû. Xwendingehên piçûk ên gundan bin jî dibê pirtûkxaneya wan hebe."
Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Bazîdê Yusuf Yardimci bi eskerên yekeya Qereqola Cendirmeyên Qerebulaxê û midûrên şaxan ra li pirtûkxaneyê geriya û diyar kir ku Kanikê odeya komirê ya xwendingehê vegerande pirtûkxaneyê, ev fikreke wisa ye ku tu carî nedihat bîra tu kesî.
Abdullah Yardimiciyê gundî jî diyar kir ku di montaja pirtûkxaneyê da aliyê Kanik kirin û wiha pê da çû:
"Her çiqasî pirtûkxaneya me piçûk be jî vê gavê li 3 gundên Bazîdê pirtûkxane hene ev jî ji bo me pêşketineke girîng e. Înşaellah hejmara van pirtûkxaneyan ew ê zêdebe û zarokên herêma me bibin xwediyê çandeke baş.