Tirkiye

Kinc û xurekê YPGyê PKK dabîn dike

"Ji bo YPGyê hemû alavên wekî çek, derman û alavên jiyanê bi destê eskerên Amerîkayê tên anîn. Kinc û xurek jî ji aliyê PKKyê va ji ser Iraqê ra tên şandin"

14.11.2018 - Rojanekırın : 15.11.2018
Kinc û xurekê YPGyê PKK dabîn dike

Adana

ADANA

Berşika ku li Sûriyeyê di kampan da perwerde sitand, dû ra li ser navê rêxistina terorê YPG/PKKyê li nexweşxaneyan wekî "tenduristvan" hat peywirdarkirin û paşê jî gava ji rêxistinê revî li Edeneyê hat girtin, di îfadeya xwe ya ku ket îdianameyê da jî behsa hevkariya di navbera YPG û PKKyê da kir.

Dîlan D. (19) ku ligel Zahat Eyê tewqûfkirî li Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê ya 11emîn ji ber sûcê "endametiya rêxistina terorê ya çekdar" tê darizandin û herwiha ji poşmaniya bibandor sûd wergirt, di îfadeya xwe ya ku ket îdianameyê da jî der heqê rêxistin û mensûbên wê da li xwe mukur hat.

Dîlan D. di îfadeya xwe da diyar kir ku wê di adara 2015an da bi xebatên propagandaya di hundirê konê hilbijartinê yê HDPyê va rêxistin nas kir û di 22yê Adara 2015an da jî tevlî rêxistina terorê PKKyê bû.

Dîlan Dyê got ku beşdariya rêxistinê ji ser milîsan ra pêk tê û herwiha got ku terorîstan ew bir Sûriyeyê û li wê derê di kampan da perwerde dan wê. Dîlan Dyê der heqê perwerdeya ku sitand û mensûbên rêxistinê da zanyarî dan.

Dîlan Dyê got ku li herêma Dêrikê ya Sûriyeyê mehek perwerdeya tenduristiyê danê û paşê ew şandin nexweşxaneya li Kobaniyê û wiha dewam kir:

"Di 2016an da ez hatim nexweşxaneya YPGyê li Kobaniyê. Berpirsa nexweşxaneyê Gulan bû. Bi qasî ku min jê bihîst, beriya ku were vê derê li ser navê PKKyê li Tirkiyeyê şer kiriye, lê birîndar bûye û ji bo tedawiyê ew şandine Sûriyeyê. Kapasîteya nexweşxaneya qedera 60 kesî bû. Dema min nexweşxaneyê peywir dikir, mensûbê rêxistinê ku navê wî yê kod Dijwar bû û 26-27 salî bû û herwiha ez hîn bûm ku ji Iraqê ye, anîbûn nexweşxaneyê. Lingê wî yê rastê di bin çokê da bi guleyê birîndar bûbû. Got ku dema ew di nava rêxistinê da bû, wî çav berda keçeke di nava rêxistinê da û lewma jî mensûbên rêxistinê gule berdanê. Dîsa di 2016an da dema perwerde didan me, mensûba rêxistinê ku ez hîn bûm xelkê Rihayê ye, got ku ew dixwaze ji rêxistinê veqete. Kirin bin lêpirsînê, gef lê xwarin. Li ser vê yekê wê jî bombeya destan ku ji bo perwerdeyê dabûnê, li ser xwe teqand û xwe kuşt."

- "Kinc û xurek ji PKKyê tên"

Dîlan Dyê got ku wekî "tenduristvan" ew ji bo deverên cuda yên Sûriyeyê hat şandin û wiha dewam kir, "Ji bo YPGyê hemû alavên wekî çek, derman û alavên jiyanê bi destê eskerên Amerîkayê tên anîn. Kinc û xurek jî ji aliyê PKKyê va ji ser Iraqê ra tên şandin. Çaxê ez di nava refên YPGyê da bûm, me bi piranî li qanalên rêxistinê stêrk TV û Rohanî TVyê temaşe dikir. Temaşekirina qanalên Tirkan qedexe bû."

Berşikê diyar kir ku gava wê xwest ji rêxistinê veqete hat girtin û wiha dewam kir, "Di 4ê Sibata 2018an da ez ji mala ku bi destê rêxistinê bi darê zorê hatibûm desteserkirin, revîm. Rojek şûnda jî li ser sînor ez teslîmî eskeran bûm. Ji ber ku min rûyê rast ê rêxistinê bi çavê xwe dît, min biryar da ku birevim û vegerim welatê xwe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.