Kesên dixwazin ji teşqeleya bajêr dûr bikevin berê xwe didin Gola Masî
Ağrı
Gola Masî ya li Rojhilatê Anadoluyê ku li dereke 2 hezar û 241 mêtro bilind e bi tebîet û giravên lê hene her demsal bala geştiyaran dikişîne.
Gola Masî ya li Zozanê Sînegê ku di navbera Agirî û Îdirê da dimîne bi du giravên xwe, masî û çûkên lê hene herm dem dibe mekanê geştiyaran.
Bi taybetî dawiya hefteyê kesên dixwazin ji teşqeleya bajêr dûr bikevin berê xwe didin Gola Masî.
- Geştiyar bi karavanên xwe tên û sirûşthez jî bi çadirên xwe dikevin kampê
Geştiyarên tevî malbatên xwe tên qadên ger û geştê bi tûrên kelekan çivîkên curbecur dibînin, li ser giravan digerin û dikevin avê.
Di hin demên salê da bi taybetî Fransa û Almanya geştiyarên bi karavanên xwe ji welatên Ewropayê tên serdana herêmê û sirûşthez jî bi çadirên xwe dikevin kampê.
- Di kelekel û germê da xwe di ava golê da hênîk dikin
Nurettîn Tenikê ji Îdirê hatiye serdana golê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir li ser pêşniyaza hevalê xwe rojek berê hatiye herêmê û digere.
Tenik diyar kir di kelekel û germê da xwe di ava Gola Masî da hênîk dikin û wiha axivî: "Em tevî malabata xwe derdikevin ger û geştê. Kêfa me ji vir ra hat."
Ji geştiyaran Seren Dogarê destnîşan kir ji zarokatiya xwe da ye tê vir û got ku li Gola Masî heger rê were çêkirin û otêl bên avakirin wê gelek kes ji bona ger û geştê werin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.