Dinya

Şiliyê li kampên li Îdlibê xist

Haydar Şahin  | 16.01.2021 - Rojanekırın : 21.01.2021
Şiliyê li kampên li Îdlibê xist

İdlib

Li Îdliba bajarê Sûriyeyê avê da ser konên sivîlên ji êrîşên rejima Beşar Esed û piştgirên wê revîn lê sitar bibûn. Sivîl di nav şertên dijwar da têkoşîna jiyanê didin.

Mihemed Helacê Kordînatorê Midaxeleya Sûriyeyê ya li ser daneyên koça herêmê dixebite daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li bakurê Sûriyeyê avê da ser 23 kampan.

Helac diyar kir ku li gor tesbîtên wan li kampên wekî Talîa, Zalene, Kîlî, Cebel, Amaniya li Îdlibê kêm zêde hezar malbat mexdûr bûn.

Helac bangî saziyên alîkariya mirovahiyê yên li herêmê dixebitin kir û got ku sivîlên kampan dijî hewcedarê alîkariya acil in.

Ebû Ehmed ji ber êrîşên rejima Esed ji navçeya Seraqibê koç kir got, "Ciyê ku em herinê tune. Me li zeviyê kon danî. Dema şilî dibare erd dibe herî, tê tên birîn. Em nikarin avê bibînin.

Xalid Osmanê li kampê dijî jî got li konan di nav şertên dijwar da dijîn.

Osman wiha axivî: "Dema şilî dibare rê dixitime. Kon me ji şilî, serma û bayê naparêzin. Jin û zarok di konan da tengasiyê dikişînin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın