30 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2017
NEW YORK
Hin şexs û dezgehên navdar ên DYAyî bertek nîşanî biryara Serokê DYAyê Donald Trump a ku qedexe datîne ser welatiyên 7 welatên misilman ku nikaribin bikevin nava sînorê DYAyê.
Tevî saziyên civaka sivîl gelek fîrmayên mîna Apple, Facebook, Google, Uber û Lyft jî biryara Trump protesto kirin. Herwiha di nava van da gelek stêrkên DYAyî jî hene. Kesên stêrk li ser hesabên xwe yên Twitterê bertek nîşanî Trump dan.
Filmçêker û nivîskarê reşik Russel Simmons di peyama xwe da wiha got, "Ez bi salan bona toleransa dînî xebitîm. Qedexeya misilmanan li dijî her tiştên ku ev welat li ser ava bûye şerm û kirêt e."
Stêrka showê Kim Kardashian West jî îstatîstîkek parve kir ku tê da dide nîşan, herî zêde DYAyî dîsa bi destê DYAyiyan tên kuştin.
Hunermend Rihannayê jî got ku dilê wê li hev dikeve û peyameke wiha parve kir, "Amerîka li ber çavê me bû xirabe."
Derhêner Michael Moore, hunermend Miley Ray Cyrus û lîstikvanê sînemayê Kerry Washington jî bertek nîşanî biryara Trump dan.