Tirkiye

"Mizakereyên ji bo Peymana Ticareta Serbest didomin"

Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank: "Peymana Ticareta Serbest didomin. Em dixwazin herî dereng di nîvê ewil yê 2019an da mizakereyan temam bikin"

Fatih Gazioğlu  | 19.09.2018 - Rojanekırın : 20.09.2018
"Mizakereyên ji bo Peymana Ticareta Serbest didomin"

Istanbul

ÎSTANBUL

Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank li ser mizakereyên bi Japonyayê ra wiha got: "Peymana Ticareta Serbest didome. Em dixwazin herî dereng di nîvê ewil yê 2019an da mizakereyan temam bikin."

Varank di Civîna Hevkarî a Konseya Kar ya Tirkiye-Japonyayê ya 24emîn a ku ji aliyê Konseya Lijneya Hevkariyên Aboriyê yên Derve (DEÎK) ve hat lidarxistin da axivî.

Varank got ku hevkarî û dostaniya wan a bi Japonyayê re dîrokî ye û gelek fîrmayên japon li Tirkiyeyê di fealiyatê de ne. Varank got ku li gor reqemên meha hezîranê li Tirkiyeyê 227 fîrmayên japon hene û wiha dewam kir:

"Armanca me zêdekirina vê reqemê ye. Muteşebîsên xumalî û yên biyanî li Tirkiyeyê di mijara maf û mukelefiyê da wekhev in. Polîtikaya hikûmeta me ya bona parastina van mafan wê bidome. Mizakereyên (bi Japonyayê ra) Peymana Ticareta Serbest didomin. Em dixwazin herî dereng di nîvê ewil yê 2019an da mizakereyan temam bikin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.