ANKARA
Wesaîtên bazirganiyê û yên rêwiyan ji 1ê Kanûnê roja duşemê pê ve dê ji mecbûrî tekerên zivistanê bikarbînin lewra sepandin bikaranîna tekeran wê rojê dest pê dike.
Wezareta Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê ji bo bikaranîna tekerên zivistanê 2 sal berê biryareke sepandina mecbûrî da û diyar kir ku wesaîtên li gor vê biryarê tevnegerin dê nikaribin herin û ji bilî vê jî 519 lîre jî ceza dê li wan bê birîn.
Li gor rêziknameyê Wesaîtên bazirganiyê û yên rêwiyan mecbûr in ku tekerên zivistanê bi kar bînin. Bi vê sepandinê ve wesaîtên bazirganiyê û yên rêwiyan, ji 1ê çileya paşîn heta 1ê nîsanê divê tekerên zivistanê bi kar bînin. Kesên ku biryarê binpê bikin, dê herî kêm 519 lîre ceza û kirdariya pûanê cezayê dê li wan bê birîn.
Wesaîtên ku tekerên wan ên zivistanê tunebin ji bo derkevin ser rêyan nekarin destûrê jî bigrin. Dema ku kêmasiyên xwe temam bikin, wê demê dê bikaribin tevlî trafîkê bibin.