Önder Beyter
21 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 22 Rêbendan 2019
ERZINCAN
Navenda Werzişên Zivistanê û Turîzma Xwezayê ya Çiyayê Erganê ku ji navendên turîzma zivistanê ya Tirkiyeyê ye, ligel derfeta kaşûnê derfeta paraşuta berpalê jî dide mêvanên xwe.
Çiyayê Erganê ku hersal bi hezaran turîstên xumalî û biyanî diezimîne, tevî bedewiyên xwe yên xwezayî, li ser 4 pîstên cuda derfeta kaşûnê pêşkêşî ziyaretvanên xwe dike.
Bi gondolên sergirtî yên li navenda kaşûnê va mêvanan derdixin serê girê 2 hezar û 700 metre bilind û herwiha mêvan di sir û sermaya nêzîkî 20 pile di bin sifirê da û di çavdêriya pîlotên paraşuta berpalê da li hemberî manzaraya bajarê Erzinganê ji xwe ra kêfa firînê dikin.
Serokê Komeleya Hewagerî û Wezişên Xwezayê ya Erzinganê û pîlotê paraşuta berpalê Eren Varli di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku gava şertên hewayê guncan bin, wekî komele ew dawiya hefteyê bi paraşuta berpalê tandemê (ya du merivê) va difirin.
- "Em kêfxweş in, rêwiyên me kêfxweş in"
Varli got ku li Çiyayê Erganê û li hemberî manzaraya Erzinganê ew werzişhezan kelecanî dikin û wiha dewam kir:
"Li vê derê em bi rêbaza ku em jê ra dibêjin tandem ku ya du merivê ye, em kesên ku dixwazin, didin firandin. Wiha di xwezayeke sipehî û manzaraya xweşik a Erzinganê da adrenalîn û kelecanê bi hev ra dijîn. Em kêfxweş in, rêwiyên me kêfxweş in. Ez pêşniyazî her kesî dikim ku bên Çiyayê Erganê û vê werzişê biceribînin."
Werzişvan Sedat Cengîz jî diyar kir ku ev 2 sal in paraşuta berpalê, 4 sal in jî kaşûnê dike. Cengîz diyar kir ku kêfa kaşûn û paraşuta berpalê li Çiyayê Erganê pir cuda ye û herwiha bal kişand ku divê her kes were Çiyayê Erganê.