Sevim Hatun
26 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2016
AĞRI
Hat ragihandin ku li Agirî, Erzingan û Îdirê ji ber berf û sar û sermayê rojek navber dan perwerdeyê.
Walîtiya Agiriyê daxuyand ku, ji ber berfê li navend, Patnos û Eleşkîrta navçeyên Agiriyê tevî gund û dibistanên gundan rojekê navber dan perwerdeyê.
Waliyê Îdirê ragihand ku ji ber berfê dibistanên destpêk û dibistanên navîn ên li navendê, tevî dibistanên destpêk û dibistanên navîn ên li herêma Kervansaray, Alîbeykoy, Gungormez, Mezra, Taşlica, Harmandoven, Pinarbaşi, Kizilkuleyê rojek hatin tetîl kirin.
Herwiha hat diyarkirin ku li Çayirliya navçeya Erzinganê jî ji ber berf û hewa sar rojek navber dan perwerdeyê.
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê ji ber berfê rojek dibistan hatin tetîlkirin.
Qaymeqam Mahmut Kaşikçi daxuyand ku li herêmê piştî nîvro berf zêde barî.
Kaşikçi got ku ji bo xwendekar ji ber berf û sar û sermayê mexdûr nebin biryar dan ku rojekê navberê bidin perwerdeyê.