24 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2016
ERZURUM
Hat ragihandin li bendê ne ku li herêma rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê dê 2-3 pile di bin germahiya normal a demsalê da be.
Li gorî agahiya ku ji midûriyeta herêma 12. û 13. ên Meteorolojiyê hat wergirtin, tê texmînkirin ku li tevahiya herêmê hewa ewrayî, bere bere pirewrayî, li rojhilatê Erzinganê û li Erzurum, Qers, Agirî, Îdir û Erdexanê û derûdora wan piştî danê nîvro baranê bibare, li Tunceliyê jî hewayê pir ewrayî be.
Herwiha li bendê ne ku germahiya hewayê 2-3 pile bikeve bin germahiya normal a demsalê da be.
Bi şev pileya herî nizm a germahiyê li Qersê di bin sifirê da 3, li Agirî û Erdexanê 0, li Erzurumê 1, li Erzinganê 2 û li Îdirê 4 pile hat pîvan.
Herwiha li gorî texmînê pileya herî bilind a germahiyê li Erdexanê 10, li Qersê 12, li Erzurumê 13, li Agiriyê 16, li Îdirê 18, li Erzinganê 19 û li Tunceliyê jî 25 pile be.