İbrahim Atmaca
21 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 21 Rêbendan 2019
KONYA
Li ser rêya Seydîşehir û Antalyayê Zozanên Susuz Şahapa texma Girê Darê mal di bin berfê da winda bûn.
Qalindahiya berfa rêya Konya-Antalyayê ji 2 mêtran derbas kir. Li ser rêya Seydîşehir û Antalyayê malên texma Girê Daran (Ağaç Tepesi) ji berfê naxûyên.
Çiyagerên ku li herêmê geriyan ji ber berfa zêde tengasî kişandin.
Çiyager Cemîl Turkan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew normalde di saetekê da dertên zozanê.
Turkan got ku li herêmê berf ji 2 mêtreyî zêdetir bariye û wan rê şaş kir û wiha dewam kir, "Piştî derketina sê saetan em gihîştin zozanê. Piraniya malan di nav berfê da winda bûne. Kaniya ku me hergav li ser av vedixwar, heta me ew jî nedît."