11 Sibat 2017•Rojanekirin: 14 Sibat 2017
BITLÎS
Li Bitlîsê di çarçoveya "Projeya kes nemîne ku kaşûnê neke" de 400 xwendekar hînî kaşûnê bûn.
Perwerdeya zarokan ya projeya ku ji aliyê Walîtiyê va tê meşandin li Tesîsa Kaşûnê ya Erhan Onur Guler tê organîzekirin.
Midûrê Navênda Perwerdeya Kaşûnê Refîk Avşar daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ew ji 21ê çiliya paşîn heta niha xwendekarên Bitlîsî perwerde dikin. Avşar wiha axivî:
"Di rojê de 50 xwendekar tên ve derê û her roj jî wê bên. Heta niha me perwedeya kaşûnê da 400 xwendekarî. Hin xwendekar hene qet kaşûn nekirine. Em bi taybetî eleqeyê nîşanî wan didin. Ji wan em ê 100 zarokên ku performansa wan baş e hilbijêrin û saleke din em ê bişînin pêşbaziyên kaşûnê."