Tirkiye

Navenda kaşûnê ya Hesarekê di betlaneya nîvê salê da xalî nabe

Li Bîngolê Tesîsa Kaşûnê ya Hesarekê di betlaneya nîvê salê da ji malbatan xalî nabe

İbrahim Atmaca  | 21.01.2019 - Rojanekırın : 25.01.2019
Navenda kaşûnê ya Hesarekê di betlaneya nîvê salê da xalî nabe

Bingöl

BÎNGOL 

Li Bîngolê Tesîsa Kaşûnê ya Hesarekê di betlaneya nîvê salê da ji malbatan xalî nabe.

Tesîsa Kaşûnê ya Hesarekê ku ji aliyê Wezareta Ciwanî û Sporê va li quntara Çiyayê Hesarekê hat çêkirin, di betlaneya nîvê salê da ji turîstên xwemalî xalî nabe.

Pîsta navendê hezar û 600 mêtre ye û xwendekar piştî perwerdeya gavên ewil bi teleskî û telesiyejê va dertên tepa çiyê û xwe jorda dişqitînin û tên jêrê.

Ji bajarên der û dorê jî mêvanên navendê çêdibin û li tesîsê 70 kes dikarin şevê jî bimînin. Werzişvanên ku li tesîsê seba pêşbirkên neteweyî û navneteweyî amade dibin jî hene.

Hin kes jî bi pereşûta berpalê va jî difirin û dîmena Çiyayê Hesarekê ji asîman va temaşe dikin.

- Zarok kêfxweş in

Xwendekarê pola 11em ê lîseyê Omer Faruk Ondeş diyar kir ku navend seba avêtina stresê cihekî pir xweş e û eşqa wî ji şiqitandinê ra tê.

Xwendekara pola 5em Tuana Ozkana 10 salî jî ji bo ku di betlaneya nîvê salê da xwe bişqitîne bi mallbata xwe ra ji Gazîantebê hat Hesarekê û wiha got, "Ez cara ewil hatim tesîsê û hînî şiqitandinê dibim. Şiqitandin pir xweş e, lê divê meriv pêşiyê hîn bibe."

Hamza Gulê 9 salî jî got ku malbata wî wek diyariya karnameyê ew anî tesîsa şiqitandinê û ew li vê derê pir kêfxweş dibe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın