19 Gulan 2016•Rojanekirin: 21 Gulan 2016
VAN
Li Gurpinara navçeya Wanê wesayîta bizirx a ku sewqî herêma ku lê operasyonên ser PKKya rêxistina terorê berdewam dikin, kirin wergeriya û di encama qezayê de eskerek şehîd ket.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin li Gurpinarê piştî pevçûna bi terorîstan re ya ku eskerek şehîd ket û eskerek jî birîndar bû operasyonên li herêmê yên ku ji hewayê piştgirî didinê berdewam dikin.
Ji wesayîtên bizirx ên ku ji bo ku terorîstên ku reviyan bên girtin sewqî herêmê kirin yek wergeriya. Di qezayê de eskerekî di wesayîtê de şehîd ket.
Li herêmê xebatên lêkolîn û lêgerînê yên hêzên ewlehiyê berdewam dikin.