20 Gulan 2016•Rojanekirin: 21 Gulan 2016
DIYARBAKIR
Di teqîna ku li Yenîşehîra navçeya Diyarbekirê qewimî de zarokekî 10 salî bi xedarî birîndar bû.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin di beşa jêrîn a şaneşîna qata 1emîn a Apartmana Yuksek a li Kolana 51emîn a Taxa Şehîtlîkê teqîn çêbû.
Parçeyên şerapnelê îsabetî rûyê Resûl Demîrê 10 salî kir Demîrê ku bi xedarî birîndar bû bi ambûlansan rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî û piştî midaxaleya ewil a vir zarok sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwrdeyê ya Gazî Yaşargîl kirin.
Polêsan li cihê bûyerê lêkolîn kirin û li cihê bûyerê rempeyên fişengên hewayî dîtin. Lêpirsîna der heqê bûyerê de berdewam dike.
Ji aliyê din ve li navçeya Baxlarê kes an jî kesên nasnameya wan nediyar teqemeniya bidestçêkirî avêtin marketekî. Di êrîşa ku tu kes nemir û birîndar nebû de xisara madî çêbû.
Ji bo ku êrîşkar bê girtin polêsan xebat da destpêkirin.