09 Îlon 2017•Rojanekirin: 10 Îlon 2017
VAN
Li Wanê di operasyona dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Rexber (FETO/PDY) da 22 şikbar hatin binçav kirin.
Di daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr da hat diyar kirin ku tîmên polêsan di çarçoveya lêpirsîna dijî FETO/PDYê li navend û navçeyên Wanê hin operasyon kirin.
Daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Di operasyona li dijî FETO/PDYa rêxistina terorê 22 kes (polês, esker, parêzer, mamoste, muhendis, muezîn) yên ku hatiye tespît kirin bernameya Bylockê bi kar anîne hatin binçavkirin û der barê bûyerê lêpirsîn dewam dike."