Nihat Kavşut
09 Îlon 2017•Rojanekirin: 11 Îlon 2017
ÎZMÎR
Serokwezîr Bînalî Yildirim li Bucaya navçeya Îzmirê beşdarî merasima xîmdanîna stadên Alsancak, Goztepe û Karşiyakayê û vekirina navenda ciwanan bû û li vir axivî.
Yildirim di xeberdana xwe da destnîşan kir navê Yasîn Boru dane navenda ciwanan a li Îzmirê hat vekirin û wiha got: "Dema me navê Yasîn Boru da wê derê em vê fikirîn. Ev welat wê yekîtiya xwe, bihevratiya xwe û biratiya xwe wê hertim bidomîne. Ewê tu car fersendê nede cihêkar, FETOyî û DEAŞiyan. Îzmir bajarê sembola yekîtî û bihevratiyê ye. Ji ber vê jî navê Yasin Boruyê ji hêla cihêkarên bêbext va hê ciwan bû hat kuştin wê li Bucayê bijî. Em naxwazin ciwanên xwe wek qurbanên hesabên qirêj bibînin."
Bînalî Yildirim di merasimê da bal kişand ser navê dane navenda ciwanan û wiha got: "Navenda Ciwanan a Yasîn Boru. Hûn dizanin Yasîn Boru kî ye? PKKya rêxistina terorê ya bêbext ciwanê me yê 16 salî yê goştê qurbanê belav dikir bi hovî qetil kir. Ew roj tê bîra we. Navê wî wê li vir bijî."