04 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2015
ANKARA
Doza der heqê kuştina Yasîn Boru, Ahmet Dakak, Riyat Guneş û Hasan Gokguzê ku li Diyarbekirê di bûyerên 6-7ê cotmehê da yên bi hinceta Kobanêyê hatin lidarxistin da hatibûn kuştin, li Dadgeha Cezayê Giran a 2yan a Enqereyê dest pê kir.
Salona Mihkemeya Cezayê Giran a 10ê û ya 11an ser hev da hatin berdan û doz li salonê tê dîtin. Eqrebe û parêzerên Yasîn Boru, Ahmet Dakak, Riyat Guneş û Hasan Gokguz û ji bersûcan jî Mecnun Akkoyun, Sedat Çoban, Alî Guler, Hasan Uyanik, Mahsun Kurt, Ahmet Tura, Ugur ve Umît Doganay, Abdurrahman Turan, Abdurrahîm Pamuk, Abdurrahman û Abdulvahap Turan, Hasan Aldemir, Cîhan Yildiz, Burhan Dîcle, Remzî Ozşan, Mehmet Şah Yuce, Alî Karakurt, Ridvan Baş, Mehmet Çaglar, Resul Savur, Erkan Balaban û bersûcê ku serbest tê darizandin Ahmet Bîçîcî tevî darizandinê bûn.
Ji bersûcan Hasan Okçu û Ahmet Tanriverdî ji girtîgeha ku tê da ne bi sîstema deng û dîmenî dozê teqîb dikin.
Serokê Mihkemeyê Musa Yeşîl hişyarî da beşdarvanan û got, "Doz bi hinceta ewlekariya kamuyê hat vê derê. Tevgereke ku hizûra mihkemeyê birevîne çêbe ez ê biryarê bidim ku tu kesî hilnedin rûniştinê."
Ewlekariya salonê cendirmeyan pêk anî û dema ku kesên ji bo teqîbkirina dozê hatinbûn hildidan hundir li ser û guhên wan lêgerîn kirin.
Di dema tesbîtkirina nasnameyan da hin bersûcan kurmancî bersiv dan û ji ber vê yekê Serokê Mihkemeyê diyar kir ku di rûniştinên pêşerojê da yê wergerekê bê salonê.
Kurtasiya îdianameyê hat xwendin û li hêviyê ne ku bersûc parastina xwe bidin.