09 Îlon 2017•Rojanekirin: 11 Îlon 2017
ANKARA
Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê di navbera 27ê tebax û 7ê îlonê da li Beyşebaba navçeya Şirnexê û Yuksekovaya navçeya Hekariyê operasyon li dar xist. Di wan operasyonan da yek jê qaşo di qadroya lîderan da bi tevahî 99 mensûbên PKKya rêxistina terorê hatin berterefkirin.
Serokatiya Sererkaniyê di agahdarkirina heftane da qala xebatên ku li hundir û derveyê welêt dijî PKKya rêxistina terorê û têkoşîna li bakurê Sûriyeyê dijî terorê tê dayîn kir û agahî weşand.
Hat gotin ku operasyonên ji bo berterefkirin û paqijkirina derên mensûbên PKKê li Hekarî û Şirnaxê ji xwe ra wek baregeh û stargeh diemilînin, dest pê kiribû didomin.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku di operasyonên li Çiyayê Katoyê, Încebelê û Beyşebaba navçeya Şirnexê û Yuksekovaya navçeya Hekariyê tên kirin da di navbera 24ê tebêx û 7ê îlonê da yek jê qaşo di qadroya lîderan da bi tevahî 99 mensûbên rêxistina terorê hatin berterefkirin.
Di operasyonan da gelek xwarin, xurek, çek, cebilxane û belgeyên rêxistinî jî hatin qefaltin.