Li Uludagê qalindiya berfê 41 santîmêtro ye
Li Uludaga Bursayê qalindiya berfê 41 santîmêtro ye
Bursa
BURSA
Li Uludaga Bursayê ya ku yek ji navenda herî navdar a turîzma zivistanê ye qalindiya berfê 41 santîmêtro ye.
Li gor agahiya Midûriya Meteorolojiyê ya Bursayê qalindiya berfê li herêma otelan duh piştî barîna berfê gihişt 41 santîmêtroyî.
Li Uludagê germahiya hewayê di bin sifirê da herî kêm 4 pile, herî zêde jî 2 pile ye û heta roja înê jî wê berfê bibare.
Ji xwediyê otelan Ozan Yuvaci daxuyanî da rojnamevanan û got ku pîstên wan ên kaşûnê amade ne û wiha axivî:
"Ji duşemê vir va berf dibare. Piştî barîna berfê pîstên me amade bûn. Em êdî li hêviya mêvanên xwe ne."