Li sînorê Sûriyeyê terorîstekê PYD/PKKyî hat girtin
Li Şanliurfayê endamekê PYD/PKKya rêxistina terorê yê hewl dida bi rêyên dereqanûnî derbasî Tirkiyeyê bibe hat binçavkirin
Şanlıurfa
ŞANLIURFA
Li sînorê Ceylanpinara navçeya Şanliurfayê ya nêzî Sûriyeyê endamekê PYD/PKKya rêxistina terorê yê hewl dida bi rêyên dereqanûnî derbasî Tirkiyeyê bibe hat derdestkirin.
Hêzên ewlekariyê îstixbarat hildan ku terorîstekê li Resûlayna navçeya Sûriyeyê reviye ew ê bi rêyên dereqanûnî derbasî Tirkiyeyê bibe.
Hêzên ewlekariyê tevdîrên li sînor zêde kirin, terorîstê PYD/PKKyî yê hewl dida ji nêzî Qereqola Hidûd a Aksoyê ra derbasî Tirkiyeyê bibe binçav kirin.
Terorîst ji kontrola tenduristiyê derbas kirin û paşê birin Ferrmandariya Cendirmeyên Navçeyê.