Mustafa Başerê hakimê berê yê Dadgeha Cezaya Esliyeyê ya 32yemîn a Stenbolê ji ber sûcê "Hewldana ji bo jiholêrakirina Hikûmeta Komara Tirkiyeyê û endamtiya rêxistina terorê ya çekdarî" hat derdestkirin.
Doz li Dadgeha Cezayê Giran a 2yemîn a Bakirkoyê hat dîtin û Mustafa Başer û parêzêrên wî beşdarî rûniştinê bûn.
Lijneya dadgehê bi mebesta "Hewldana ji bo jiholêrakirina Hikûmeta Komara Tirkiyeyê û endamtiya rêxistina terorê ya çekdarî" biryar da ku Başer were girtin.
Tê gotin ku wê Başer bişînin Girtîgeha Silîvriyê.