Tirkiye

Bi nexweşên xwe ra derkete rêwîtiya "Ekspresa Rojhilatê"

Li Enqereyê doxtorê nexweşiyên zarokan ji bo zarokên nexweşiya diyabetê bi wan ra heye bi malbatên xwe ra dema xwe xweş derbas bikin, bi trêna Ekspresa Rojhilatê çû Qersê

Türkan Tosun  | 13.11.2018 - Rojanekırın : 14.11.2018
Bi nexweşên xwe ra derkete rêwîtiya "Ekspresa Rojhilatê"

Ankara

ANKARA 

Li Enqereyê doxtorek ji bo zarokên nexweşiya diyabetê bi wan ra heye bi malbatên xwe ra dema xwe xweş derbas bikin û bizanibin di vê nexweşiyê da ew ne tenê ne bi trêna Ekspresa Rojhilatê çû Qersê.

Doç. Dr. Ergun Çetînkayayê pisporê nexweşiyên zarokan xwest balê bikşîne ser 14ê Mijdarê Roja Diyabetê ya Dinyayê û ji ber vê çalakiyek li dar xist.

Li gor vê çalakiyê komeke 25 kesî ya ji zarokên nexweşiya diyabetê bi wan ra heye û malbatên wan pêk tê anî li Gara Enqereyê ya trênê ku ew bi trêna Ekspresa Rojhilatê herin bajarê Qersê.

Koma zarokan û malbatên wan wê bi saya vê rêwitiyê der barê gelek cihan da bibin xwedî agahî, dîmen û wêneyan bikşînin û li Qersê jî wê mekanên dîrokî ziyaret bikin.

Doxtor Çetînkaya ji nûçegihanê AA yê ra got ev 10 sal e ew bi zarokên nexweş û bi malbatên wan ra diçe gerê û wiha axivî: "Armanca me ew e ku zarokên nexweşiya diyabetê bi wan ra heye bi malbatên xwe ra dema xwe baş derbas bikin û bizanibin di vê nexweşiyê da ew ne tenê ne, zarokên din ên xwedî vê nexweşiyê ne jî hene. Ji bo ku ew baş bibin, şekirê wan ê xwînê baş bibe divê ew vê nexweşiyê qebûl bikin û paşê tiştên hewce ye, bikin."

- Par çûn dervayî welêt

Çetînkaya got ew bi nexweşan ra cara ewil çûye Beypazariyê, paşê çûye Ordu û Gîresûnê û wiha dewam kir: "Di wê gera me da ji nexweşan kesekî got 'Mamoste tu dikarî me bibî dervayî welêt?'. Piştî vê daxwazê sala din me guh neda şert û mercên zehmet û em çûn Parîsê. Paşê me dît ku em ji binê vî karî dertên em çûn Îtalya, Dubaî, Qibrîs û Gurcistanê. Her sal em diçin cihekî din. Emê bi trênê 25 saetan herin. Emê li Qersê û Çildirê cihên dîrokî bigerin."

- "Tişta herî girîng bi diyabetê ra hevaltî ye"

Hazal Naz Baca (11) ya ku nexweşiya diyabetê bi wê ra heye got cara ewil e ku ew diçe Qersê, ji ber vê jî ew pir kelecan e.

Baca got îsal ew bi vê nexweşiyê ketiye, lê ew xwarina xwe baş dixwe, derzî û dermanên xwe jî bi rêk û pêk bi kar tîne.

Fatma Sude Çelebiya 16 salî jî got dema ew 5 salî bûye nexweşiya diyabetê di canê wê da peyda bûye û di vê nexweşiyê da tişta herî girîng motîvasyon e.

Çelebî wiha axivî: "Tişta herî girîng bi diyabetê ra hevaltî ye. Divê ew wek nexweşî neyê dîtin û mirov hîn bibe ku bi wê ra bijî. Bi saya tecrubeyên salan ez hîn bûm ku bi diyabetê ra bijîm. Pompeya însulînê jî bû alîkar ku ez bi diyabetê ra bibim heval. Di gerê da dema ez însanên wek xwe dibînim, dizanim ku ez ne tenê me. Em bi hev ra şekirê xwe dipîvin. Dem xweş derbas dibe. Ji bilî gerê şano tê lîstin û em diçin seyranê jî."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.