Tirkiye

Der heqê 4 palamenterên HDPyê da fezleke

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê fezlekeyên ji bo Pervîn Buldana Hevseroka HDPyê û 3 parlamenteran ji ber sûcê "kirina propagandaya rêxistina terorê" amade kiribû şande Wezareta Edaletê

Haydar Şahin  | 13.11.2018 - Rojanekırın : 14.11.2018
Der heqê 4 palamenterên HDPyê da fezleke

Ankara

ANKARA

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ji bo Pervîn Buldana Hevseroka HDPyê û 3 parlamenteran ji ber sûcê "kirina propagandaya rêxistina terorê" fezleke amade kir.

Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji Serdozgeriyê sitand, der heqê Pervîn Buldana Parlamentera Stenbolê û Hevseroka HDPyê da ji ber axaftina 21ê hezîrana 2018an a li Meydana Cumhuriyetê ya Sêrtê, der heqê Îmam Taşçierê Parlamenterê Diyarbekirê yê da ji ber parvekirina medyaya civakî ya 24ê gulana 2018 û axaftinên 8 û 9ê îlona 2018an ên li Diyarbekirê, der heqê Alîcan Onluyê Parlamenterê Tûnceliyê da ji ber axaftina 21ê adara 2018an a çalakiya newrozê ya li Tûnceliyê, der heqê Berdan Ozturkê Parlamenterê Agiriyê da ji ber axaftina 21ê adara 2018an a çalakiya newrozê ya li Agiriyê fezleke hatin amadekirin.

Ji bo parêzbendiya palamentran were rakirin fezleke şandin Wezareta Edaletê ku bigihîne Meclisê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.