24 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2019
SÊRT
Li Eruha navçeya Sêrtê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da 7 şikbar hatin binçavkirin.
Li gor daxuyaniya Walîtiyê tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr li dijî kesên alîkariya PKKya rêxistina terorê dikin û piştgiriyê didin rêxistinê xebat dan destpêkirin.
Li ser telîmata Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê li 3 navnîşanan operasyoneke hevdem hat kirin, 7 şikbar hatin binçavkirin.
Karên şikbaran li qereqolê dewam dikin.