İbrahim Atmaca
06 Mijdar 2018•Rojanekirin: 07 Mijdar 2018
ERZURUM
Hat ragihandin ku li Herêma Rojhilata Anadoluyê li deverên bilind ên Erzirom, Agirî û Îdirê berf tê payîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêmê hewa wê ewrsayî be û danê sibê li Erzirom, heta êvarê jî li Agirî û derdora Îdirê baran wê bibare.
Li deverên çiyayî yên van hersê bajaran şilope û berf tê payîn û li giştiyê herêmê germahî wê li gor demsalê be.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Îdirê 7, li Erzincanê 5, li Agiriyê 4, li Erziromê 2, di bin sifirê da li Qersê 4 û li Erdexanê 7 pile hat pîvan.
Li gor texmînê nava rojê germa herî zêde wê li Erzincanê 16, li Îdirê 14, li Agirî û Erdexanê 11 û li Erzirom û Qersê 10 pile be.
Li herêmê di nav 24 saetên dawîn da li Îdirê 14,6, li Agiriyê 10,9 û li Erziromê 5,9 kîlo baranê li mêtreqareyê kir.
Li giştiyê herêmê ji ber ku hewa serê sibê û bi şev pir sar bû, ji şofêr û welatiyan hat xwestin ku seba qerm û cemedê baldar bibin.