Abdullah Tel
31 Tebax 2018•Rojanekirin: 05 Îlon 2018
IGDIR
Sporvanên li Îdirê hatine cem hev li quntara Çiyayê Agiriyê ya ku ji deverên spora siruştî yên Tirkiyeyê yek e kêfa off-roadê dikin.
Çiyayê Agiriyê yê ku ji bo sporên wek paraşutbaziya berpal, çiyagerî û gelek sporên siruştî derfetê dide mirov niha jî ji hêla hezkiriyên spora motorê va tê tercihkirin.
Qadên bi çal û kort ên li quntara çiyê ku ji ber lavan mane ji bo sporvanên of-roadê mîna pîsteke siruştî ye û çiya ji bilindiya xwe ya 800 metreyî heta 3 hezar û 400 metreyî gelek dîmenên xweş pêşkêş dike û balê dikşîne.
Zixura Çiyayê Agiriyê ya ji alî Îdirê dest pê dike û heta sînorê Agiriyê tê bi coyên digihêjin çeman, girik û qadên çal û xwar va bala sporvanên off-roadê dikşîne û wan jî bi pêşandeya li quntarên Çiyayê Agiriyê ku wek "Banê Tirkiyeyê" tê hesibandin kirin, gelek hat ecibandin.
Ji sporvanên Kuluba Off-Roadê ya Îdirê Umît Eren daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ew dildarên of-roadê yên Îdirê ji bo nasandina Çiyayê Agiriyê û erdnîgariya wê herêmê hewl didin.
Eren destnîşan kir ku ji ber spora off-roadê ya ku ew li herêma Rojhilatê Anadoluyê dikin carna tên pîrozkirin û carna jî rexne li wan tê kirin û wiha dewam kir: "Dema me li Îdirê dest bi spora off-roadê kir li Îdirê em 3 kes jî tunebûn lê niha gelek hevalên me vê sporê dikin. Çiyayê Agiriyê bi siruşt û xweşiya xwe him ji bo spora off-roadê û him jî ji bo turîzmê cihekî gelekî baş e."
Ji sporvanên of-roadê Guven Demirel jî destnîşan kir ku li devereke mîna Çiyayê Agiriyê kirina spora off-roadê mijûliyeke gelekî xweş e.