08 Tebax 2016•Rojanekirin: 08 Tebax 2016
ÎSLAMABAD
Hat ragihandin ku li Kuettaya paytexta eyaleta Belûcistana li rojavayê başûrê Pakistanê teqînek çêbû, dê teqînê da 42 kes mirin, gelek jî birîndar bûn.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên emniyetê hat wergirtin, teqîn li ber deriyê nexweşxaneyeke dewletê ya li bajarê Kuettayê çêbû, tê da 42 kes mirin, gelek kes birîndar bûn û rewşa piraniya birîndaran jî giran e.
Serokwezîrê Eyaleta Belûcistanê Sanaullah Zehrî di daxuyaniya xwe da destnîşan kir bi qasî ku dixuyê êrîşa xwekujiyê bû sedema teqînê.
Heta vêga kesî êrîş wernegirtiye ser xwe. Hat gotin ku lêpirsîna der barê mijarê da berdewam e.
Teqîn, serê sibê dema parêzerekî ku tûşî êrîşeke çekdar hatibû, anîn nexweşxaneyê û kurtedemek bi şûnda çêbibû. Dema ku teqîn çêbû, tevî rojnamegeran gelek parêzerên ku dixwestin wî ziyaret bikin jî li nexweşxaneyê bûn.
- Serokwezîr Şerîf şermezar bûyer kir
Serokwezîrê Pakistanê Newaz Şerîf daxuyaniyeke nivîskî belav kir û tê da êrîş şermezar kir.
Şerîf di daxuyaniyê da destnîşan kir ku di teqînê da amil tamil ên bêguneh mirin û ji ber hindê ew li ber xwe dikeve û wiha got, "Emê destûrê nedin kesî ku aşitiya welêt xirab bike."