08 Tebax 2016•Rojanekirin: 08 Tebax 2016
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê di çarçoveya lêpirsîna hewla derbeya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) de 85 polês hatin binçavkirin.
Li gor agahiyan piştî hewldana derbeya FETOyê Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê lêpîrsin da destpêkirin. Serdozgeriyê der barê 135 polêsên ku li Midûriyeta Ewlehiya Diyarbekirê wezîfedar in û di nav wan de midûrê şaxê û amir jî hene de biryara binçavkirinê da.
Ji van135 polêsan jê 85 polês hatin binçavkirin. Ji bo ku 50 polêsên din jî bên binçavkirin di navnîşanên wan de lêgerîn dewam dike.