Önder Beyter
04 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2018
MUŞ
Li bajarê Mûşê ku ji ber şert û mercên hewayê zebeş dereng çêdibin, şitlên zebeşan hatin danîn
Li Mûşa ku navendeke girîng a Tirkiyeyê ya hilberîna zebeşan e, karker serê sibehê tên serê zeviyê û şitlên zebeşan datînin
Serokê Jûra Ziraetê ya Mûşê Hakim Yildirim di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da diyar kir ku ji Diyarbekir û Mêrdînê gelek cotkar tên bajarê wan.
Yildirim diyar kir ku ev cotkarên dereke li Deşta Mûşê ji xwe ra zeviyan kirê dikin û zebeş û qawûn datînin û wiha dewam kir, "Li herêmê zebeş ji bo cotkaran berhemeke baş e ku derbasiya xwe pê bikin û herwiha Mûş ew bajar e ku lê zebeş herî dereng tê danîn û qetandin."
Necat Denîzê ji Dêrika Çiyayê Mazî yê ku hatiye Mûşê, li navçeya Haskoyê li gundê Otaçê ji xwe ra 100 donim erazî kirê kiriye. Denîz diyar kir ku wan dest pê kir û li vê zeviyê zebeş û qawûn direşînin û wiha dewam kir:
"Li gorî salên berê me mehekê dereng reşand. Li Tirkiyeyê herî dereng em zebeşan datînin. Em berhemên xwe dişînin bajarên mezin ên wekî Edene, Stenbol, Mêrdîn, Enqere, Bursa û Îzmirê. Berhemên me bi temamî organîk û siruştî ne. Armanca min ew e ku ji 100 donim erdê qedera 700 hezar ton zebeş rakim."
Verdiye Guler (56) ku li zeviyê ligel keça xwe dişixule, diyar kir ku ew li vê derê bi 60 lire yewmiye va dixebitin û wiha axivî:
"Em serê sibê di saet 06.00an da dest pê dikin, heya ku ro diqulibe em dixebitin. 7 zarên min hene. Mêrê min nexweş e, nikare bixebite. Ji ber vê qasê jî ez mecbûr im bixebitim. Hewa jî pir germ e û em aciz dibin, lêbelê ka em dikarin çi bikin. Em bi vî pereyî va debara xwe dikin."