Piştî zivistanê 3 û 500 cotkarên ku li navend û gundên bajêr cotkariyê dikin dest bi ajotina ceh û genim kirin.
Cotkar ji bo ber û bereketa zeviyan zêde be piştî reşandina toxim zeviyên xwe gubre dikin.
Serokê Odeya Ziraetê yê Sarîqamîşê Nesîm Gok daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji aliyê bereketê ve sala par ji sala pêrar bi berekettir bû.
Gok destnîşan kir ku ew hevîdar in ku îsal piştî şiliyeke rind zeviyên wan dê zehf bi bereket bin û wiha axivî: "Îsal demsala zivistanê zêde berxwe da, piştî zivistanê cotkarên me dest bi ajotina zeviyan kirin. Daxwaza me ew e ku îsal ji bo hemû cotkarên dinyayê saleke bi ber û bereket be."