Önder Beyter
14 Adar 2017•Rojanekirin: 14 Adar 2017
MUŞ
Hat ragihandin ku li Korkûta navçeya Mûşê di operasyona dijî rêxistina terorê PKKyê da 10 kes hatin binçavkirin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat destnîşankirin ku ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Parêzgehê ji bo deşîfrekirina grûbên ku li ser navê rêxistina terorê PKK/KCKyê fealiyetê dikin, di 13ê adarê da xebatek pêk anîn.
Di daxuyaniyê da herwiha hat diyarkirin ku di vê çarçoveyê da li bajarokê Altinovayê li dijî hin adresan operasyon hat lidarxistin û wiha hat gotin, "Di lêgerînan da tifingeke nêçîrê ya bêrûxsat, demançeyeke viroke û 3 wêneyên rêxistinî hatin qefaltin. Miemeleyên edlî yên 10 kesên binçavkirî berdewam in."
Herwisa di daxuyaniyê da bal hat kişandin ku ji bo aramî û ewlekariya gel, têkoşîna dijî terorê dê bênavber bidome.