27 Îlon 2017•Rojanekirin: 27 Îlon 2017
MUŞ
Ekîbên trafîkê li Mûşê hişyarî dan ajokarên traktoran ên ku pincarê bar dikin da ku bira bala xwe bidin ser rê û rêzikên trafîkê.
Ekîbên trafîkê li pêşiya Fabirqeya Şekir a Mûşê broşurên hişyariyê li ajokarên trafîkê belav kirin û kurabiye dan ajokaran.
Ekîbên trafîkê ji ajokarên ku li pêşiya fabirqeyê li benda dora xwe bûn ra gotin ku ji bo ewlehiyê bira reflektoran biavêjin paşiya ramorkên xwe.
Ajokaran jî gotin ku ji vê kontrolê zehf memnûn bûn ji bo îkrama polêsan û ji wan ra sipas kirin.
Omer Gulerê ajokar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo ewlehiya canê xwe dibê guh bidin rê û rêzikên trafîkê.
Guler diyar kir ku ekîbên polêsan kurabiye îkramî wan kirin û wiha got: "Bi rêyeke baş hişyarî dan me. Ez ji ekîbên polêsan ra sipas dikim. Em ji van kontrolan memnûn in. Dema ev hişyariyan neyên kirin qeza zêde dibin. Ev dera herêma silqê ye, em ter tim bi bar vaq diçin û tên. Dibê em zehf baldar bin û guh bidin hişyariyên polêsan."