23 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2018
MARDÎN
Li devera çiyayî ya Dargeçîtê di êrîşa terorîstên PKKyî da eskerek şehîd ket eskerek jî giran birîndar bû.
Li gor agahiya ku hat hildan, li texma Newala Cehenemê ya navçeya Dargeçîtê li dijî PKKya rêxistina terorê operasyon hat kirin.
Di operasyonê da terorîstan gule avêtin û 2 esker giran birîndar bûn.
Eskerên birîndar bi firokeyan va ji bo tedawiyê sewqî nexweşxaneyên Mêrdîn û Diyarbekirê kirin.
Digel hemû midexeleyan ji eskeran yek şehîd ket.