Önder Beyter
23 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2018
MUŞ
Li Vartoya navçeya Mûşê cotkar Mustafa Yalçinkaya di çêwlika ku bi alîkariya dewletê va ava kir da rojane 2,5 ton şîr hildiberîne û bi kêrî aboriyê tê.
Yalçinkayayê 66 salî yê xelkê gundê Çalidere, piştî ku projeya wî ji aliyê Kordînatoriya Parêzgeha Mûşê ya Dezgeha Piştevaniya Çandinî û Çolterê (TKDK) va hat pesendkirin, hîbe stand û pê ji xwe ra çêwlikeke nûjen ava kir.
Yalçinkaya ku du sal berê ji TKDKyê milyonek û 328 hezar lire pere hîbe stand û pê ji xwe ra li ser 10 hezar donim erdî çêwlikek ava kir, rojane 2,5 ton şîr hildiberîne û sûdê dide aboriya navçeyê.
Yalçinkaya di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku piştî alîkariya hîbeyê, wî 120 dewar kirîn û wisa dest bi kar kir.
Yalçinkaya got, 2,5 ton şîrê ku rojane hildiberîne, dide fabrîqeyên derdorê û wiha dewam kir:
"Rojê qedera 28 lître şîr em ji her çêlekê didoşin. Zehf girîng e ku mirov bi alîkariya dewletê va van veberhênan bike. Di van demên dawîn da li navçeyê bi alîkariya dewletê va gelek veberhênan hatin kirin. Li navçeya me ku aramî û ewlekarî ediliye, bi veberhênanên bi vî rengî va betalî roj bi roj kêm dibe. Niha ez 4 rêncberî didim xebatê. Ez dixwazim kapasîteya çêwlika xwe zêde bikim û hejmara xebatkarên ku didim xebatê jî zêde bikim."
Kordînatorê Parêzgehê yê TKDKyê Beytullah Uygur jî diyar kir, wan ji sedî 60 alîkarî da projeya Yalçinkaya û wiha dewam kir, "Berdêla projeyê bi qasî 2 milyon û 200 hezar lire ye. Ji vê milyonek û 328 hezar lire me wekî hîbe da. Veberhênerê me bi salan e heywandariyê dike."