Önder Beyter
23 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2018
MUŞ
Şaredariya Bulanika navçeya Mûşê ku bi destê Wezareta Karên Navxweyî lê wekîl hat peywirdarkirin, bi hişmendiya şaredariya civakî va 60 proje çêkirin ku di encamê da hem xizmet û hem jî aramî hat navçeyê.
Navçeya ku navê wê bi salan bi terorê ra hat hildan, di encama operasyonên serkeftî yên hêzên ewlekariyê da û bi hişmendiya şaredariya civakî ya rêveberiya nû ya şaredariyê va bû navnîşana xizmet û aramiyê.
Welatiyên ku berê ji tirsa êrîşên terorê ji saet 17.00an şûnda dernediketin derva, bi aramiya ku hat edilandin va heya nîvê şevê li derva dimînin û ji xwe ra diçin parkan.
Şaredariya Bulanikê yek bi yek projeyan dixe rewacê da ku standarda jiyana welatiyan bilind bibe.
Şaredarî ji aliyekî va deynên berê yên ku ji serdema rêveberiya DBPyê maye dide û ji aliyekî va jî hewl dide û dixebite da ku xizmeteke baş pêşkêşî welatiyan bike.
- "Navçeya me bû bajarekî bêtir aram û ewle"
Qaymeqamê Navçeyê û Wekîlê Şaredar Haci Arslan Uzan di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku ji 2016an vir va ew, xizmetên şaredariyê dimeşînin û wiha dewam kir:
"Roja ku em hatin navçeyê welatî piştî saet 17.00an nikaribûn derketana derva. Lêbelê me xizmet anî navçeyê. Me ewlekarî jî li navçeyê ediland. Herwiha welatiyên me piştgiriya dewletê û hêzên ewlekariyê dikin, xizmeta ku tê kirin dibînin û teqdîr dikin. Me li navçeyê qedera 60 proje xistin rewacê û me xizmeta gelê navçeyê kir. Herwiha şaredariya me di warê çand û hunerê da jî proje amade kirin û kirin fealiyetê."
Mixtarê taxa Kulturê Îsmaîl Îndîç jî diyar kir ku ev çend sal e, li navçeyê xizmeteke bi vî rengî nehatibû kirin û wiha dewam kir, "Ji ber xebatên li taxa me ez sipasiya wekîlê şaredariya me dikim. Ev 20 sal bû xizmet nedihat kirin, lê niha xizmeteke baş tê kirin."