Ji nexweşiya pençeşêrê filitî, eraziyê 65 donimî yê çol û beyar veguherand wek bihûştê

Muş
Osman Tosunê 61 salî yê ku li Bulanika (Kop) navçeya Mûşê dijî piştî ku ji nexweşiya pençeşêrê ya di roviyê wî da (kolon) derket holê filitî û baş bû, erdê 65 donimî yê ku li gundê ku jê dayik bûye bi darên fêkiyan xemiland û ew der kir cihê jiyanê.
Tosunê bavê sê zarokan yê li gundê Gulçimenê yê ku 3 kîlomêtro dûrî gund e dijî di 30 saliya xwe da biryar da ku ji bo xebatê koçî Stenbolê bike.
Tosun di 49 saliya xwe da pê hesiya ku pençeşêra kolonê di bedena wî da peyda bûye.
Tosun ji bo ku baş bibe, tedawî dît û şeş caran emeliyat bû.
Tosun 12 sal berê bi jin û zarokên xwe ra vegeriya gundê xwe yê lê ji dayik bûye, li vir jiyaneke nû ya dûrî dengê bajêr û bi çandinî û xwedîkirina heywanan ra eleqedar dibe, ava kir.
Tosun li ser erdê bavê xwe yê 65 donimê yê ku nedihat bikaranîn darên mişmiş, xox, gûz, gîlyaz, sêv, tû û tirîyan danî, rê çêkir, av bir mala xwe û ji bo ceyranê peyda bike jî panelên tavê bi cî kir.
Tosun ji bo sebzeyan baxçeyekî serayê ava kiriye, qaz, mirîşk, pez û dewaran xwedî dike, hêk, rûn û penêrê xwe jî ji van heywanan bi dest dixe.
- "Ez encamên keda destê xwe û hewldanên xwe dibînim"
Tosunê ji ber xebatên xwe yên serkeftî di çandinî û heywandariyê da wekî mînak tê nîşandan ji nûçegihanê AAyê ra got ew kêfxweş e ku piştî salên dirêj vegeriyaye gundê xwe.
Tosun got ew çandinî û heywandariyê ne ji bo bazirganiyê, ji bo ku pê ra mijûl bibe dike û wiha axivî:
"Ev der beyar û di rewşeke xirab da bû. Me dar danîn û hêşîn kir. Me hewl da ku em bibin mînak. Ji ber hewaya paqij û ava li vir ez ji pençeşêrê filitîm û baş bûm. Ez encama ked û hewldanên xwe dibînim. Jiyaneke me ya bextewar û aram heye. Ez bi kêfxweşî bi darên xwe ra eleqedar dibim. Min derman û gubre bi kar neanîn. Me ji bo armancên bazirganiyê nekir. Me dar danîn ku ez bikaribim fêkiyan bidim mêvanên xwe. Li vir ne av û ne jî rê hebû. Min rêyeke 3 kîlometroyî çêkir, av anî û bi panelên rojê va ceyranê peyda kir. Heke ez li bajarekî mezin bûma, ez ê ji ber pençeşêrê bimirama."
Jina wî Mesude Tosunê jî wiha got: "Ez ji Samsunê me û min li vir mêrê xwe nas kir. Piştî zewacê, em çûn Stenbolê. Piştî salan em vegeriyan gund. Ez û mêrê xwe bi hev ra hemû karan dikin. Ez sibê çêleka xwe didoşim û ji şîrê wê penêr û mast çêdikim. Piştî taştê, em qût didin mirîşk û qazên xwe. Kar û bar zehf in. Em fêkiyên ku li baxçeyê tên berhevkirin jî pêşkêşî însanan dikin."
Midûrê Çandinî û Daristanan yê Navçeyê Harun Korkmazê ku serdana Tosun kir jî got xebatên wî ji bo xelkê herêmê bûne mînak.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.