29 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 29 Tîrmeh 2016
KAYSERÎ
Li Kayseriyê di çarçoveya lêpirsîna Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Paralel da Serokê Rêvebiriya Boydak Holdîngê û Serokê Odeya Pîşesaziyê ya Kayseriyê Mustafa Boydak û 2 xizmên wî hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê wergirt bi îdiaya "endamtiya FETOyê û fînansekirina rêxistinê" ji malbata Boydak der barê 6 kesan da biryara binçavkirinê hat dayîn.
Di vê çarçoveyê da Serokê Rêvebiriya Boydak Holdîngê û Serokê Odeya Pîşesaziyê ya Kayseriyê Mustafa Boydak, Şukru Boydak û Halît Boydak hatin binçavkirin.
Ji bo qefaltina Haci Boydak, Îlyas Boydak û Bekir Boydak ku hat tesbitkirin li derveyî welêt in xebat dewam dikin.
Hat diyarkirin ku li mala gumanbaran lêgerîn hat kirin.
Di çarçoveya lêpirsînê da îdiaya "endamtiya FETOyê û fînansekirina rêxistinê" Haci Boydak û Mehduh Boydak di 6ê adarê da hatibûn girtin û ji rêvebirên holdîngê Erol Boydak û Murat Bozdag bi şertê kontrola edlî serbet hatibûn berdan.
Memduh Boydak hê girtî ye û Haci Boydak li ser îtiraza parêzerên wî di 17ê gulanê da hatibû tehliyekirin.