29 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 02 Tebax 2016
ŞIRNAK
Li Beytuşebaba navçeya Şirnexê welatî hatin bal hev û ji bo hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) protesto bikin meşiyan.
Şêniyên navçeyê yên ku di nav wan da mensûb û rûspiyên eşîra Jirkî û Mamxuran jî hebûn li ber Fermandariya Lîwaya Navçeyê kom bûn, alayên Tirkiyeyê hejandin, ji wê derê dest bi meşê kirin, heta ber qonaxa hikûmetê meşiyan û dijî FETOyê dirûşme berz kirin.
Welatiyan di dirûşmeyên xwe da gotin:
"Tirk û kurd bira ne, FETOcî qaleş in", "Lêxe lêxe biteqîne, bila FETOcî bibînin" û pankartên li serê "Ji Demokrasiyê re hirmet", "Ji derbeyê ra na", "We vî gelê hanê tişt hesab nekir" hatibûn nivîsîn jî bilind kirin.
Qaymeqam Kadîr Guntepe jî xîtabî şêniyên navçeyê kir û diyar kir ku roja gel li dijî hewla derbeya 15 Tîrmehê ku bêbextên di xwe di nav Hêzên Çekdar ên Tirk da veşartibûn, sekinîn û ji welatiyan ra spas kir û wiha pê da çû: "Li hemberî wan bêbextên ku hewla derbeyê kirin welatiyên me bi canê xwe xwe avêtin ortê û li ber xwe dan."
Qaymeqam got ku gelê Beytuşebabê li hemberî derbeyê serî netewandiye û li ser xwe ye.
Ji eşîra Jirkiyan Tahîr Adiyaman jî diyar kir ku çawa di rojên baş da li cem dewletê ne di rojên xerab da jî ew li cem dewletê ne û wiha dewam kir: "Ev 30 sal e ku em bi dewletê ra tevdigerin. Dewlet ji me ra çi bibêje em di bin emrê wê da ne. Em ji bo vê dewletê him bi PKKê re û him jî bi FETOyê ra têdikoşin. Em heta mirinê alîgirên dewletê ne."