Haydar Şahin
07 Hezîran 2018•Rojanekirin: 08 Hezîran 2018
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê li bendê ne ku hewa ewrayî be û baran bibare.
Li gor agahiyên ji Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê hatin sitandin, tê texmînkirin ku îro li herêmê hewa ewrayî be, ji piştî nîvro hetanî êvarê jî li Erzirom, Erzincan, Qers, Erdexan û Îdirê şilî bibare carcaran jî şilî zehf gurr bibe.
Herêmê germahiya hewayê ew ê li gor ya demsalê be, ba ji aliyên rojava û başûrê rojava ra rabe, di dema baranê da jî ba zêde bibe.