29 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2017
BURSA
Li giştiyê Tirkiyeyê di çarçoveya operasyona "Aramiyê" de li Bursayê 2 hezar û 500 polêsên girêdayî Midûriyeta Ewlehiya Bajêr li ser rêyan, cihên kamuyê û cihên şahiyê kontrol kirin.
Di kontrolan de nasnameya 4 hezar û 810 kesan bi sîstema Tora Înformatîf ya Daraza Neteweyî (UYAP) ve hat kontrolkirin. 107 kesên ku der barê wan de biryara girtinê hebû, hatin binçavkirin.
Di kontrolan de 2 tivingên bipompe, 5 demançe, 2 motosîkletên ku hatine dizîn û madeyên hişbirê hatin bidestxistin.
Di trafîkê de jî ji 45 şofêran re 26 hezar û 444 lire ceza hat dayîn.