10 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2017
ANKARA
Bi destê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya lêpirsînên dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da bona 43 kesên ku 6 jê di Serokwezîrî û dezgehên girêdayî wê da aktîf dixebitin, biryara binçavkirinê hat dayîn.
Li gorî daxuyaniya Serdozgeriyê, di çarçoveya lêpirsîna dijî mensûbên FETOyê yên li dem û dezgehên qamûyê da ber destê sibê operasyon hat lidarxistin.
Hinek ji berşikên ku hat tespîtkirin, bikarhênerên bernameya peywendiya nehênî ya rêxistinê ByLockê ne, hatin binçavkirin.
Ji bo desteserkirina berşikên mayîn ên ku li adresê xwe nebûn jî xebat dewam dikin.