10 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 10 Tîrmeh 2017
ÎSTANBUL
Serokomar Erdogan: "Bi saya serê van hemû xebatên me Tirkiyeya ku bûye cihê hevdîtina medeniyetan, êdî ji aliyê pisporên vejenê va wek 'Rêya Hevrîşim a vejenê' tê binavkirin. Welatê me bi derfetên xwe va hewl dide ku vejen veguhere çavkaniya aştî û refahê, ne ku bibe sedema xerabkirin, rageşî û îxtilafê."
Serokomar Erdogan: "Ev 1-1,5 esr e ji bo ku mirov bibe welatekî bihêz, divê çavkaniyên mirovan ên vejenê hebin an jî divê di kontrola mirovan da bin. Ligel vê yekê em dibînin ku hewldana bidestxistina rê û çavkaniyên vejenê ku li navenda pevçûn û nakokiyên kurewî da ne, bi piranî dibe sedema şerên navxweyî, derbe û dagirkeriyan. Welatên ku çavkaniyên wan ên neft û xaza siruştî hene, şûna ku navê wan bi dewlemendî û refahê ra were xwendin, bi piranî bi şer, xwîn û hêsîran ra tê xwendin. Em wekî Tirkiye ji mêj va dixwazin ku ev çavkanî divê di rêya xêr û mefaya însanan da werin emilandin."
Serokomar Erdogan: "Ji bo ku pêşketina Tirkiyeyê dewam bike, divê Tirkiye ji aliyê vejenê va zêde girêdayî derve nebe û herî zêde çavkaniyên xwemalî werin bikaranîn. Di nav 10 salên pêş me da pêdiviya vejenê wê du qat zêde bibe. Ji bo ku em vê pêdiviyê pêk bînin, divê heta sala 2023ya em 50 hezar megavatî li pergalê zêde bikin. Ji pêkhatina vê pêdiviyê em di bin 6 sernavên sereke da polîtîkayan çêdikin."
Serokomar Erdogan: "Me di mijara vejena nukleerê da jî lez da veberhênanên xwe. Dema ku Santrala Hêza Nukleerê ya Akkuyu û Sînopê bikevin dewrê, herî kêm ji sedî 10ê pêwîstiya vejena me wê ji vir were dabînkirin. Me sermayeya xwe ya neteweyî jî tevlî Projeya Akkuyuyê ku em ligel ûris dimeşînin, kir û me bêtir xurt kir. Em di Projeya Sînopê da jî dixwazin di kurtedemekê da dest bi înşeatê bikin. Di civîna dawîn a G20ê da jî me ev mijar ligel Serokwezîrê Japon Abe bi firehî xeberda. Hetta me ji bo santrala hêza nukleerê ya sêyemîn jî xebat dane destpêkirin."